Ozçelîk: Zêdetirî 10 endamên HEVBENDÎyê hatine binçavkirin û polîsan bi ser mala min de girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ragihand, di operasyona berfireh a îro ya li dijî HEVBENDÎyê de, li şeş bajaran zêdetirî 10 hevalên wan hatine binçavkirin û polîsên Stenbolê jî bi biryara binçavkirinê bi ser mala wî ya li Stenbolê de girtiye.
Ozçelîk di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro (17ê Mijdara 2026an) li bajarên Diyarbekir, Riha, Êlih, Îdir, Enqere û Stenbolê li dijî Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) operasyoneke berfireh a binçavkirinê hatiye destpêkirin û hîn jî berdewam dike.
Derbarê serdegirtina mala xwe de, Serokê Giştî yê PWKê diyar kir ku ew piştî Konferansa HEVBENDÎyê ji ber karê xwe yê taybet derbasî Hewlêrê bûye û îro serê sibê saet di 06:00an de hejmareke mezin a polîsan bi ser mala wî ya li Stenbolê de girtiye, ku wê demê tenê dayika wî li malê bûye.
Li gorî daxuyaniyê, polîsan ji dayika wî re gotiye ku derbarê Mustafa Ozçelîk de biryara binçavkirinê heye û divê ew xwe radest bike. Dayika Ozçelîk jî diyar kiriye ku ew li Hewlêrê ye û li parêzerê wî geriyaye. Piştre parêzer gihîştiye cihê bûyerê, li malê lêgerîn hatiye kirin, polîsan girtename bi dayika wî û parêzer daye îmzekirin û ji malê derketine.
"Konferansa me ne veşartî bû, serdegirtina malan nayê qebûlkirin"
Ozçelîk destnîşan kir ku piştî ragihandina HEVBENDÎyê ya di 9ê Mijdara 2026an de li Diyarbekirê, beşeke berfireh a nijadperest û faşîstên li Tirkiyeyê êrîşeke mezin û gef li dijî wan dane destpêkirin û ew kirine armanc.
Serokê Giştî yê PWKê destnîşan kir ku herçend van îxbar û êrîşan di operasyonê de roleke mezin lîstibe jî, di rastiyê de ev operasyon nîşaneya bêtehemuliya Dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û pejirandina wan a têkoşîna bi rêyên siyasî ye.
Ozçelîk tekez kir ku Konferansa HEVBENDÎyê li Diyarbekirê bi awayekî eşkere hatiye lidarxistin û encamên wê bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re hatine parvekirin û got: "Eger dozgeriyê organîzatorên konferansê ji bo îfadeyê vexwendibûya, dê hemû hevalên me biçûna. Lê belê bi vî rengî serdegirtina malan di navbera saet 03:00 û 06:00an de rêbazeke ku nayê qebûlkirin e."
Mustafa Ozçelîk ev binçavkirin şermezar kirin û daxwaza serbestberdana tavilê ya hemû hevalên xwe kir. Herwiha tekez kir ku ew ê li hemû qadên jiyanê xwedî li hemû biryar, bername û hiqûqa navxweyî yên ku di Konferansa HEVBENDÎyê de hatine qebûlkirin derkevin.