Perlemana Kurdistanê sîfeta bilez da pirojeyasa ya çaksazîyê

Di civîna evro ya Perlemana Kurdistanê de û di vexwîndina yekem de bo pirojeyasaya çaksazî, bi dengên 85 perlemantaran sîfeta bilez da wê pirojeyasayê daku berî berî destpêkirina valane ya perlemanê ew piroje yasa bihêt pesindkirin.

K24- Hewlêr

Nûçegehanê Kurdistan24ê ragehand: Piranîya firakisyonên Perlemanê jî li ser pirojeyasa ya çaksazîyê hev dengin.

Li gor bername ya karê desteya serokatîya Perlemana Kurdistanê vexwîndina yekem bo pirojeyasa ya çaksazîyê dihêt kirin ku hefteya burî, Civata wezîrên Herêma Kurdistanê ew pirojeyasa pesind kir û dûv re şande perlemana Kurdistanê.

Tewereke dî ya civînê, dengdane li ser pêşnîyazyasa ya (rêklama Bazirganî li Herêma Kurdistan- Îraq).

 Herweha biryare di civîna evro dem perlemana Kurdistanê vexwîndina dûyem bike  bo pirojeyasa ya (madeyên hoşber û karêtêkarên Eqlî li Herêma Kurdistanê).

Duhî jî, desteya serokatîya Perlemanê û serokên firakisyonan wek amadekarîyek bo civîna evro kombûn û li gor zanyarîyan piranîya firakisyonanhevdeng bûne bo dengdanê li ser pirojeyasa ya çaksazîyê.