Serok Barzanî peyameke serexweşîyê arasteya malbata Yusif Qazî kir
Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya (Yusif Qazî) pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mehabadê kir.
K24- Hewlêr
Serok Barzanî bi helkefta koça dawî ya (Yusif Qazî) pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Qazî û tevahiya nîştecihên bajarê Mehabadê kir.
Ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo malbata rêzdar Qazî li Mehabadê
Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya Kak Yusif Qazî gihîşt me û em xemgîn kirin.
Li vê helkefta xemgîn da serxweşiyê li malbata we ya birêz û tevahiya hevalên Kak Yusif û xelkê xweşdiviyê Mehabadê dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.
Ji xwedayê mezin daxwaz dikim giyanê Kak Yusif bixe ber dilovaniya xwe û hedarê jî bi hemû aliyek bibexşê.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
16.12.2019