Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada yê nû li Iraqî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanadayê li Iraqê Ulric Shannon kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Balyoz Shannon kir, bi boneya destbikarbûna wî û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast.

Balyozê Kanadayê amadehiya welatê xwe bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê û Iraqê derbirî, bi taybet jî sûdwergirtina ji ezmûna federaliya Kanadayê.

 

 

S. B