MSD bo girtiyên DAIŞê daxwaza çareyekê dike

Daxwaza Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navdewletî bo girtiyên DAIŞê yên li cem Rêveberiyê berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxwaza Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navdewletî bo girtiyên DAIŞê yên li cem Rêveberiyê berdewam e, Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ji aliyê xwe ve ragihand ku mijara girtiyên DAIŞê bi tenê li Cenêvê û li Netewên Yekgirtî çareser dibe.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di twîtekê de ragihand, mijara girtiyên DAIŞê yên li cem Rêveberiya Xweser ku hejmara wan dighêje 12 hezar kesan, bi tenê li "Cenêvê" û li Netewên Yegirtî çareser dibe.

Meclîsa Sûriya Demokrat dide zanîn, hebûna vê hejmara mezin ji endamên DAIŞê û bi taybet di vê rewşê de metirsyeke mezin e, loma pêwîst e biryarek ji aliyê NetewênYegirtî ve were standin bi avakirina dadgehekê, yan jî bi vegera endamên biyanî bo welatên wan.

Cîgirê Serokê Desteya Cîbicîkar a MSDê Hikmet Hebîb ji K24ê re got: “Heta niha ev pirs wiha maye û pirsgirêkeke mezin e û wek bomebeyekê li vê navçeyê ye. Ev yek bargiranî û fişareke mezin li ser Rêveberiya Xweser e, bi taybet di vê dema êrîşên dewleta Tirkiyê de, li ser vê yekê em bang li civaka navdewletî dikin ku vê pirsgirêkê çareser bike, di riya beşdarbûna me wek MSD yan Rêveberiya Xweser di civînên Cenêvê de, heta ku bi awayekî rasterast bi hêz û rêxistinên navdewletî re were guftûgokirin.

Hin rojnemevanên Kurd dibêjin, ji bo avakirina dadgeheke navdewletî li ser xaka Sûriyê, erêkirina hikûmeta Sûriyê pêwîst dike û hikûmet vê yekê qebûl nake, loma biryara Netewên Yekgirtî girîng e, lê dibe ku avakirina dadgehekê li heremê bibe sedema ku herêm bibe armanc ji girûpên teror re.

Piştî êrişên Tirikyê li ser Rojavayê Kurdistanê, mijara endam û malbatên DAIŞê yên li cem Rêveberiya Xweser girtî ne, careke din derdikeve holê, nemze piştî ku 700 endamên DAIŞê ji zîndan û kampên di bin destê rêveberiyê de reviyan.