Sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê dicivin

Endamê Parlemana Kurdistanê Şiwan Zirarî aşkere dike, sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê derbarê projeya çaksaziyê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Parlemana Kurdistanê Şiwan Zirarî aşkere dike, sibe her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê derbarê projeya çaksaziyê dicivin.

Endamê Parlemana Kurdistanê Şiwan Zirarî ji K24ê re ragihand, Serokatiya Herêm, Parleman û Wezîran ji bo dirustkirina komdengiyekê li ser pesendkirina yasaya çaksaziyê li Herêma Kurdistanê dicivin.

Diyar kir jî, ji bo bikarin di zûtirîn dem de li Parlemanê deng li ser wê bê dayîn û Serokê Herêmê li ser îmze bike û piştre bikeve warê bicihkirinê.

Projeyasaya Çaksaziyê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû amadekirin û bo Parlemana Kurdistanê jî hatibû şandin, îro jî li Parlemanê xwendina yekem jê re hatibû kirin. Biryar e piştî xwendina duyem dengdan li ser bê kirin.

 

S. B