Mezlûm Ebdî: Gavên bo yekrêziya Kurdî tên avêtin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, ji bo avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di rojên pêş de gavên avakirina baweriyê dê bêne avêtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratî (HSD) Mezlûm Ebdî radigihîne, ji bo avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di rojên pêş de gavên avakirina baweriyê dê bêne avêtin.
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li twittera xwe nivîsî: “Xebatên me yên avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di atmosfereke erênî de didomin. Di rojên pêş de, gavên avakirina baweriyê dê bên avêtin.”
Fermandarê Giştî HSDê spasiya rêveberiya Herêma Kurdistanê di vê derbarê de dike û dibêje: “Helwesta erênî ya Rêveberiya Herêma Başurê Kurdistanê di vê çarçoveyê de cihê rêzê ye û em spas dikin.”
Pêştir ji bo avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Fermandarê Giştî yê HSDê bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) re civiyabû.
Di wê çarçovê de jî, endamê Serkirdatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl ji K24ê re gotibû, ew pêşwaziyê li banga yekrêziyê ya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî dikin û erênî dibînin, lê divê ew bangewazî bi awayekî cidî bê kirin û gavên bo avakirina baweriyê bêne avêtin.
Herwiha Mihemed Îsmaîl diyar kiribû jî, ENKS çareseriyê di yek komê de dibîne, ku rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin.
S. B