Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê pêwendiyên Hewlêr û Londonê guftûgo kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Balyozê Brîtanya yên nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast, herwiha daxwaza Herêma Kurdistanê ya girîngîdana zêdetir bi pêwendiyên bi Brîtanyayê tekez kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest. Her wiha xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Brîtanya dûpat kir.

Îro êvara Duşem 16/12/2019 li Hewlêrê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Stephen Hickey Balyozê nû yê Brîtanya li Iraqê pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û xwepêşandan û pêşbîniya paşaroja proseya siyasiya li welat guftûgo kirin.

Peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Şahnişîna Yêkgirtî, metirsiya serhildana terorê û tevgera vê dawiyê ya DAIŞê li çend navçeyekî Iraqê û pêwîstiya bi berdewamî alîkarî û hemahengiya navdewletî ya ji bo çawayiya rûbirûbûna wê, rewşa Sûriye û navçeyê bi giştî, çend mijareke din a vê civînê bûn.

S. B