Her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê pirojeya çaksazîyê dêcivin
Biryare evro her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê pirojeyasa ya çaksazîyê bicivin daku ew pirojeyasa bi komdengî bihêt derbazkirin.
K24- Hewlêr
Biryare evro her sê serokatîyên Herêma Kurdistanê derbarê pirojeyasa ya çaksazîyê bicivin daku ew pirojeyasa bi komdengî bihêt derbazkirin.
Perlmema Kurdistanê pêngava Yekem ji rêkarên yasayî yên pesindkirina pirojeyasa ya çaksazîyê bi dawî hîna. Piroje bi dengê 85 perlemantaran sifeta bilez da wê pirojeyasayî. Seroka Perlemanê ew piroje arasteya şeş komîte yên taybetmend kirîye û divê di dema 7 rojan de, raporta hevpişik li ser wê pirojeyê made bikin.
Li gor axivtinên endamekê komîteya yasayî, piştî amadekirina raporta hevpişik, vexwîndina dûyê bo wê pirojeyasayê dihêt kirin.
Herçende hinek firakisyonan li ser pişkek ji wan madeyan têbînî hene, lê tevaya pirojeyî bi pêngaveke baş dibînin bo destpêkirina çaksazîyê, lew têbînîyên firakisyonan li ser madeyên wê pirojeyê di dema vexwîndina dûyem de bi dengdanê dê bihên yekalî kirin.