Roja Ala ya Kurdistanê, li ba gelê Kurdistanê dihêt pîrozkirin û bilind nirxandin

Evro roja Alaya Kurdistanê ye li tevaya Herêma Kurdistanê bi vê boneyê aheng û çalkîyên heme cor dihên sazkirin û evroj dihêt pîrozkirin û bilind nirxanidn li ba tevaya gelê Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Evro roja Alaya Kurdistanê ye li tevaya Herêma Kurdistanê bi vê boneyê aheng û çalkîyên heme cor dihên sazkirin û evroj dihêt pîrozkirin û bilind nirxanidn li ba tevaya gelê Kurdistanê.

17yê Kanûn Dûyem, wek roja Ala ya Kurdistanê hatîye destnîşankirin. Ev bone wek boneyeke giring li dezgehên hikumetê û navendên xwîndinê û cihên giştî bilind dihêt nirxandin.

 Roja bilindkirina Ala ya Kurdistanê li ser avahîya şaredarê Mehabadê li 17yê Kanûn Yekem a sala 1945 bi badokekeke girin di dîroka sîyasî ya Kurd dihêt hejmarkirin, ku 74 salan berî niha bo cara yekem Ala ya Kurdistanê bi awyeke fermî li ser avahîya Hikumeta Komara Kurdistanê li Mehabad hat bilindkirin. Mehek û çend rojan berî damezrandina Komara Kurdistanê li roja 22yê Kanûna Dûeyem a sala 1946ê hat heldan û bilindkkirin.

Herçende Komara Kurdistanê piştî 11 mehan herift, lê Ala ya Kurdistanê bi sedema dirêjîdan û berdewambûna xebata neteweyî Ala ya Kurdistanê ji alîyê xebatgêran ve li çîyayên Kurdistanê û rêûresmên bîranaîna heldana wê bi şiko ve dihat kirin û nirxandin û heldan.

Piştî bûrîna 59 salan bi ser bilindkirin û heldana Ala ya Kurdistanê, Perlemana Kurdistanê li roja 16/6/2019yê  bi biryara hejmare 48 bi piranîyan dengan biryar da 17yê Kanûna Yekem bibe roja Ala ya Kurdistanê.

Li 17yê Kanûna Yekem a her sal rêûresmên taybet bo rêzgirtinê li roja Ala ya Kurdistanê biêve diçe û cihên giştî û navendên xwîndinê bi Ala ya Kurdistanê ve  dihên xemlandin.

Ala ya Kurdistanê wek simbula yekparçeyî ya axa Kurdistanê û nasname ya Neteweyîya xelkê Kurdistanê, bo car yekem li 17yê Kanûna Yekem 1945 li bajarê Mehabad ji alîyê Pêşemerge ve,  hat heldan û bilindkirin û piştî heldana wê bû destpêk bo ji dayîkbûna û damezirandina Komara Kurdistan li Mehabad.