Serok Barzanî: Ala ya Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Bi boneya Roja Ala ya Kurdistanê serok Mesûd Barzanî, peyamek belav kir û di wê peyamê de hatîye: Ala ya Kurdistanê wek hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
K24- Hewlêr
Bi boneya Roja Ala ya Kurdistanê serok Mesûd Barzanî, peyamek belav kir û di wê peyamê de hatîye: Ala ya Kurdistanê wek hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Ev jî deqa wê peyamê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta roja ala Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim. Ala Kurdistanê hêmaya yekgirtin, azadîxwazî, qurbanîdan û aştîxwaziya gelê Kurdistanê ye.
Li vê roja pîroz da tekez li ser peyama aştî û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û hezaran silav li giyanê pakê wan şehîdan ku bi navê ala pîroza Kurdistanê canê xwe gorî kirin.
Bijî Kurd bijî Kurdistan.
Mesûd Barzanî
17.12.2019