Zaroyên Şehîd Hucam Sûrçî Ala ya Kurdistanê di Civata Wezîran de heldidin
Evro 17yê, 12, 2019 ku roja Ala ya Kurdistanê ye, Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê dema ji avahîya Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê hate derê daku pişikdarîyê di rêûresmên bilindkirina Ala ya Kurdistanê de bike, destên kur û kiçên Şehîd Hucam Surçî girtin û bi ser rayexa sor re hînan û di hewşa Civata wezîran de Alaya Kurdistanê heldan.
K24- Hewlêr

Dûv re serokê wezîran li gel amadbûyan rêz li roja Alaya Kurdistanê girtin û li gel Marşa sirûda Neteweyî (Ey Reqîb) zaroyên şehîd Hucam Alaya Kurdistanê bilindkirin û heldan.
Şehîd Hucam Surçî, ew Pêşmerge bû, ku piştî bi dîl hat girtin ji alîyê çekdarên Daişê ve, çekdarekê Kurd di rêza wê rêkxistîyê de, bi hovanetirîn şêwe şehîdkirin û wêne û vîdyo ya wî karê terorisî û hovane belavkirin. Dûv re hêzên ser bi Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê, di çalakîye taybet de bikujê şehîd Hucam di nav bajarê Mûsilê de kuştin. Li meha yek li sala 2015yê Daişê Vîdyoyek belav kir, têde pêşmergeyê şehîd Hucam Surçî, bi dîl hatbû girtin û ji alîyê Daişê ve hat şehîdkirin.