Di Perlemana Kurdistanê de roja Ala ya Kurdistanê bilind hat ragirtin

Evero di Perlemana Kurdistanê de rêûresmên bilindragirtina Roja Alaya Kurdistanê bi amadebûna desteya serokatîya Perlemanê birêveçû

K24- Hewlêr

Evero di Perlemana Kurdistanê de rêûresmên bilindragirtina Roja Alaya Kurdistanê bi amadebûna desteya serokatîya Perlemanê birêveçû.

Destpêka rêûresmê bi heldana Ala ya Kurdistanê  destpêkir û her yek ji Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê, Hêmin Hewramî, cêgirê seroka Perlemanê û Mûna Qehweçî, Sekiretêra Perllemanê di rêûresmeke taybet de, rêzên xwe nîşandan bo evê rojê.

Dûv re, Rêwaz Fayeq, seroka Perlemana Kurdistanê di gotarekê de bi boneya evê rojê ve, tekez li ser giringî ya wata ya roja Ala ya Kurdistanê bo gelê Kurdistanê kir.

Di demekê de ku ev roj hevdeme li gel roja cîhanî ya Dayîkê, seroka perlemanê tekez kir, eger evro bo tavaya xelkê cîhanê yek wata hebe, lê bo gelê Kurdistanê dû wata heye, ku yek ji wan bo xoşdîvîya Daykê ye û ewa dî jî bo pîrozragirtina Alaya Kurdistanêye û ti ji wan jî ji ya din kêmtir nîne.