Nêçîrvan Barzanî: Ala Kurdistanê amanetek e û pêwîst e nifşê nû wê biparêze
Di çarçoveya beşdariya di merasîma Roja Ala Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Ala Kurdistanê amanetek e û pêwîst e nifsê nû wê biparêze û bi hemû karînên xwe berevaniyê li nirxên buhayan bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê li dibistaneke bajarê Hewlêrê beşdarî merasîma Roja Ala Kurdistanê bû û ragihand, divê nifşê dahatû di bin Ala Kurdistanê de bi çekê xwefêrkirinê bipêş bikevin û vê pêvajoya jî bo nifşên din re veguhêzin.
Îro Roja Ala Kurdistanê ye, li Herêma Kurdistanê çendîn çalakiyên cuda birêve diçin, welatî jî bi cilên Kurdî û Ala Kurdistanê vê rojê bibîr tînin.
S. B