Riya 120 metrî ya li derûbera Hewlêrê tê vekirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê îro bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma vekirina qonaxa dawî ya riya 120 metrî ya li derûbera Hewlêrê birêve diçe.

Peyamnêrê K24ê li cihê merasîmê da zanîn, tevahiya karên riha 120 metrî bidawî bûne, ku dirêjahiya riya 120 metrî 37 K.M e  û derûbera bajarê Hewlêrê ye.

Rêvebirê Projeya riya 120 metrî ji K24ê re ragihand, riya 120 metrî li ser 3 qonaxan bû, qonaxa yekem sala 2013 ta 2016an bidawî bû, qonaxa duyem di dawiya sala 2018an bidawî bû û îro jî qonaxa dawî temam bû û tê vekirin, ji sibe ve li pêş welatiyan tê bikaranîn.

Got jî, ew riya tekane ya li derûbera Hewlêrê ye ku tê de rawestandin nîn e û bi hemû riyên din ve girêdayî ye.

Diyarkir jî, têçûna wê projeyê jî 88 milyon Dolar e.

 

S. B