Mesrûr Barzanî: Girîngiyeke taybet didin jêrxaneya aboriya Kurdistanê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina dawî qonaxa riya 120 metrî ya Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û ragihand, dawî qonaxa riya 120 metrî ya bilez a Hewlêrê vedikin û daxwaz ji welatiyan dikin, sûdê ji riyan werbigirin û selametiya xwe li ber çav bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Hewlêrê îro bi beşdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, merasîma vekirina qonaxa dawî ya riya 120 metrî ya li derûbera Hewlêrê birêve çû.

Mesrûr Barzanî ragihand, dawî qonaxa riya bilez a 120 metrî vedikin, ku pêştir di Kabîneya Heştem a Herêma Kurdistanê de biryar li ser hatibû dayîn û di vê Kabîneya Nehem de bidawî bû.

Ragihand jî, di kabîneya nû de girîngiyê didin jêrxaneya aboriya Kurdistanê û rê û pire jî ji girîngtirîn beşên wê jêrxaneyê ne.

Tekez kir, xwazyar in ku bikarin toreke fireh a rê û pireyan dirust bikin, ji bo welatî û mêvanên serdana Herêma Kurdistanê dikin sûdê jê bibînin.

Got jî: daxwaz ji welatiyan dikin, sûdê ji rê û pireyên li Herêma Kurdistanê hene werbigirin û selametiya xwe li ber çav bigirin, ji ber ku ji tiştekî girîngtir in.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya kampanyaya cibicîkar a ev proje bich kiriye kir û ragihand, cihê xweşhaliyê ye ku ev proje bi mejî û endezyarên Kurd hatiye bicihkirin.

S. B