Hevşaredarên bajarokên Gimgim û Kopê hatin desteserkirin
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hevşaredarên bajarokên Gimgim û Kopê ya HDPê desteser kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hevşaredarên bajarokên Gimgim û Kopê ya HDPê desteser kirin.
Zext û operasyonên li dijî şaredariyên HDPê berdewam e. Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê vê carê jî avêtin ser malên hevşaradarên bajarokê Gimgimê Ûlkû Karaaslan û Mahmut Yalçin û hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adnan Topçu û ew desteserkirin.
Hêzên ewlekariyê piştî malên şaredaran, li avahiya şaredariyê jî lêgerîn kirin.
Hikûmeta Tirkiyê heta niha qeyûm daniye ser 28 şaredariyên HDPê û 20 şaredarên HDPê jî hatine zindanîkirin.