Serokê Misrê: Ti kesek nikare nasnameya Kurdî jinav bibe
Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî radigihîne, ti kesek nikare nasnameya Kurdî jinav bibe, di salên bûrî de Kurd rastî gelek êş û azaran hatine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî radigihîne, ti kesek nikare nasnameya Kurdî jinav bibe, di salên bûrî de Kurd rastî gelek êş û azaran hatine.
Serokê Misrê Ebdilfetah Sîsî li Korbenda Xortên Cîhanê li Şerm El Şêx a Misrê di bersiva pirseke keçeke Kurd de derbarê mafên pêkhateyan û mafên mirovan li navçeyê de ragihand, ti kes nikare nasnameya Kurdî jinav bibe, Kurd li ser welatên Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê hatine perçekirin û di 60 salên bûrî de rastî gelek êş û azaran hatine.
Sîsî got: Tevî perçebûna hatiye kirin, lê ziman, çand û kelepûra Kurdî maye, lê samanên Kurdan bi şerên navxweyî yên di hundir her welatekî de hatine windakirin.
Amaje bi wê jî da, ligel rewabûna daxwaza gelan, lê niha perçebûna welatan nayê qebûlkirin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî pêwîst e bi riyên aştiyane bê kirin.
Roja Şemiya bûrî Sêyemîn Korbenda Xortên Cîhanê bi beşdariya 8 hezar xortî ji tevahiya cîhanê li bajarê Şerm El Şêx dest pê kiribû.
S. B