Mesûrûr Barzanî: Çaverê ne bizanin rewşa Bexdayê çi lê tê

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li benda wê yekê, ku bizane rewşa Bexdayê çi lê tê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê li benda wê yekê, ku bizane rewşa Bexdayê çi lê tê.

Mesrûr Barzanî îro daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan ku peyamnêrê K24ê amade bû, tê de behsa pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê kir.

Mesrûr Barzanî got: “Pêwendiyên me baş in û çaverê ne wê ne bizanin rewşa Bexdayê çi lê tê.”

Ji destpêka meha Cotmeha bûrî ve, xwepêşandanên nerazîbûnê li Bexda û hejmarek parêzgehên başûrê Iraqê rû didin. Xwepêşanderên Iraqî daxwaza guhartina sîstema siyasî û çaksaziya rasteqîne di rewşa siyasî û aborî de dikin.

Xwepêşandanan bûn sedema derkirina hejmarek ji biryarên hikûmî bo çaksaziyê. Ji girîngtirîn encamên xwepêşandanan jî, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî dest ji kar vekişand.

Li gor destûra Iraqê, piştî pesendkirina nameya destjikarvekişandina hikûmetê li Parlemana Iraqê, pêwîst e Serokomar di heyama 15 rojan de kesekî din bo pêkanîna hikûmetê raspêre.

Li gor wê dema destûrî, roja 19ê vê mehê dawî roja destnîşankirina kesekî ye bo pêkanîna hikûmetê û heger Serokomar nekarî kesekî destnîşan bike, bo heyameke demkî Serokomarê desthilatên Serokwezîr birêve dibe.

Kabîneya Adil Ebdilmehdî wek kabîneya karbirêker di kar de ye, bandorên destjikarvekişandina Adil Ebdilmehî, ta nuiha projeyasaya budceya federalî bo Parlemanê nehatiye şandin, ku biryar e heta dawiya vê mehê ew proje radestî parlemanteran bibe, bo guftûgoyê li ser bikin.

Derbarê reşnivîsa rêkeftina şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê bi kabîneya Adil Ebdilmehdî re kiriye, Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar in bikarin ev projeyê bi hikûmeta Bexdayê re hatiye amadekirin, bicih bikin.”

Herwiha got: “Ev li ser hikûmeta dahatû ya Bexdayê dimîne, ku pabendî bin bi cibicîkirina vê projeyê.”  

 

S. B