Perlemana Kurdistanê vexwîndina dûyem bo pirijeyasa ya madeyên hoşber dike
Evro perlemana Kurdistanê dicive û bernameya karên civînê jî, berdewambûn dibe li ser vexwîndina dûyem bo pirojeyasa ya madeyên hoşber û kartêkarên Eqlî li Herêma Kurdistanê.
K24- Hewlêr
Evro perlemana Kurdistanê dicive û bernameya karên civînê jî, berdewambûn dibe li ser vexwîndina dûyem bo pirojeyasa ya madeyên hoşber û kartêkarên Eqlî li Herêma Kurdistanê.
Nûçegehanê Kurdistan24ê ragehand: Pirojeyasa ya maddeyên hoşber ji 52 movkan pêkhatîye, di civîna hefteya burî de, perlemanê nekarîbû vexwîndina dûyem bo tevaya movkan bike, lew evro berdewamîyê dide wê vexîndinê.
Got jî: li gor wê piroje yasayê, navenda rawêjkarîyê û çareserkirina hevrûşbû yên madeyên hoşber li teva ya bajarên Herêma Kurdistanê dihên vekirin. Her kesek jî çareserîyê newergire dê bihêt sizadan û siza jî girantir dibin. Herweha her kesek zanîyarîyê derbarê made yên hoşber bide dezgehên ewlekarî yên hikumetê dê bihêt xelatkirin.
Ragehand jî: Bi sedema hestyarî evê mijarê û daku behskirina wê nebe rêklam, civîn daxistî dibe û nahêt belavkirin.
Roja Dûşembîya burî, 15/12/2020 Perlemana Kurdistanê vexwîndina dûyem bo pirojeyasa ya madeyên hoşber destpêkir.