Ekerm Mela nivîskar û Endamê desteya rawêjkarîya PDKS, koça dawîyê kir

Endamê desteya rawêjkarîya PDKS, Ekerm Mela koça dawîyê kir

K24- Hewlêr

Duhî,  Ekerem Mela, nivîskar, rojnamevan, sîsetvan û endamê desteya rawêjkarîya Partîya Demokrata Kurdistan- Suriya (PDKS) û berpirsê ragehandina navendî ya wê partîyê, li nexweşxane ya Dîmeşqê koça dawîyê kir û biryare evro termê wî bihêt veguhaztin bo Qamîşlo.

Ekrem Mela li sala 1956 li Dierbêsîyê ji dayîk bûye û ji sala 1970 ve di nave PDKSyê kar dikir.

Ekerem Mel ji bilî ku sîyasetvan bûye, wek nivîskar û rojnamevanekê dîyar jî bûye di qada ragehandin û çanda Kurdî de.