Meketeba Sîyasîya PDKyê peyameke serxweşî araste ya PDKS dike

Bi bone ya koça dawîyê yê rojnavan û sîyasetavan Ekrem Mela, Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê peyameke serxweşîyê arasteya malabata koçkirî û Partîya Demokrata Kurdistan- Suriya (PDKS) dike.

K24- Hewlêr

Di wê peyama serexweşîyê de hatîye: Bi daxeke mezin ve, me  nûçe ya koça dawîya xebatkar û kadirê pêşkevtî yê partîya hewe ya hevpeman, Ekrem Mela bihîst,  hev xemîn li gel hewe û ji Xwdayê mezin dxwazîn wî bi behşta xwe şad bike.

Ev jî deqa wê peyamê ye:

Birêz birayê hêja Siûd Mela

Silav û rêz

 Bi xemeke mezin ve, me nûçeya koça dawîyê yê birayê hêja Ekrem Mela, xebatkarê navdar û kadirê pêşkevtî yê partîya hewe ya hevpeyman bihîst, hev xemîn li gel hewe û li gel partîya hewe. Ji Xweda  mezin dixwazîn koçkirî bi beheûta xwe şad bike û sebir û hedarîyê bide me hemûyan.

 Mekteba Sîyasî

Partîya Demokrata Kurdistanê