Rûsiya : YPG ji sînorê Tirkiyê hatîne derxistin

Wezareta berevanîya Rûsiyê tekez kir, wê Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) ji sînorê li gel Tirkiyê derxistîye.

K24- Hewlêr

Wezareta berevanîya Rûsiyê tekez kir, wê Yekîneyên Paraztina Gel (YPG) ji sînorê li gel Tirkiyê  derxistîye.

Serokê desteya erkana hêzên çekdarên Rûsiyê Valîrî Gîrasîmov di civînekê de li Moskoyê raghand, YPG bi kurahîya 30 Km ji sînorê li gel Tirkiyê hatye vekşandin û polîsên serbazîyên Rûsiyê û hêzên Sûriya li Kobanîyê û navçeya Cizîrê belav bûne.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku rizgarkirina navçeyên rojhlatê Firatê erkên polîsên wan yên serbazî zêde dike, ji ber wê yekê jî, divê yekîneyên zêdetir ji polîsên serbazîyên Rûsiyê bi awayeka demkî li wê navçeyê bihêne zêdekirin.

Got jî: Polîsên wan gerên çavdêryê li Cizîrê û Kobanîyê pêkdihînin, herweha çavdêrîya rêkeftina rawestandina şer li gel Tirkiyê jî dikin.

Berî niha serok komarê Tirkiyê raghandibû, Rûsiye û Emerîka nekarîne YPGyê ji sînorê li gel Tirkiyê derxinin.