Balyozê Kenedayê li Îraqê: Mesûd Barzanî kesatîyekê dîyar ê dîroka nû ye ku di hemû jîyana xwe de bo mafên gelê Kurdistanê xebat kirîye
Balyozê Kenedayê li Îraqê, piştî dîdara xwe li gel serok Mesûd Barzanî, di hejmarte ya taybetî xwe de li tora civakî ya Tiwîterê, wenyek belav kirîyem, ku li roja ala ya Kurdistanê sîmbula nîştîmanîya Kendayê wek dîyarî pêşkeşî serok Barzanî kirîye.
K24- Hewlêr
Balyozê Kenedayê li Îraqê, piştî dîdara xwe li gel serok Mesûd Barzanî, di hejmarte ya taybetî xwe de li tora civakî ya Tiwîterê, wenyek belav kirîyem, ku li roja ala ya Kurdistanê sîmbula nîştîmanîya Kendayê wek dîyarî pêşkeşî serok Barzanî kirîye.
Olrîk Şanon, balyozê Kendayê li Îraqê di Tiwîterê de nivîsîye: Şerefmendin bi dîdara serok Barzanî, kesatîyekê dîyar ê dîroka nû, ku di hemû jîyana xwe de ji bo mafên gelê Kurdistanê xebat kirîye û bi bone ya Roja Ala ya Kurdistanê, min sîmbola nîştîmanîya Kenedayê pêşkeşî wî kir.
An honour to meet Serok Mesûd Barzanî, a key figure of modern history and a lifelong fighter for the national aspirations of the Kurdish people. On the occasion of Kurdish Flag Day, I gifted him Canada’s own national symbol ? pic.twitter.com/OpQJpiAn6v
— Ulric Shannon ?? (@UlricShannon) December 17, 2019
Roja sêşem 17.12.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Ulric Shannon Balyozê nû yê Kanada li Iraqê û Ashley Durec Berpirsa Nivîsîngeha Balyozxaneya Kanada li Hewlêrê kir.
Li hevdîtinê de Balyozê Kanada ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya bi yekem serdana xwe ya Kurdistanê û hevdîtina li gel Serok Barzanî, sosretiya xwe bi pêşketin û aramiya Kurdistanê nîşan da û rola Serok Barzanî li proseya siyasî û serkirdayetîkirina şerê têkşikandina Da'îş da bilind nirxand.
Ulric Shannon peywendiyên welatê xwe yên li gel Herêma Kurdistanê bi girîng da zanîn û tekez jî kir ku ew hevkarî û hemahengiya Kanada ya li şerê Da'îş da li gel Herêma Kurdistanê de hebû, berdewam dibê û dixwazin li hemû astan da peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê pêşbixin.
Serok Barzanî ji bilî pîrozbahîkirina li Balyozê Kanada, ya ji bo destbikarbûn û li erkê wî yê nû de, hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û piştevaniya xwe jî ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Kanada û Herêma Kurdistanê derbirî.
Rewşa siyasiya Iraq û navçeyê, peywendiyên Herêm û Bexda û metirsiyên serhildana terorê mijareke dinê vê civînê bûn.