Li Mebrûka teqînekê rû da û 5 kes birîndar bûn
Li bajarokê Mebrûka yê li rojavayê Serê Kaniyê teqînekê rû da û di encamê de hejmareke kes birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarokê Mebrûka yê li rojavayê Serê Kaniyê teqînekê rû da û di encamê de hejmareke kes birîndar bûn.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, îro teqînek bi riya otombîleke bombekirî re li bajarokê Mebrûka yê di destê grûpên çekdar de ye hate kirin.
Li gor zanyariyên Rewangehê, di encama teqînê de 5 kes birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî diyar dike, ji dema grûpên çekdaran destê xwe danîne ser navçeyên Kurdî li bakurê Sûriyê, ewlehiya wan navçeyan têk çûye û bi berdewamî teqîn lê tên kirin.
S. B