Qeyûm bo 3 şaredariyên HPDê hatin danîn
Hikûmeta Tirkiyê qeyûm danî ser sê şaredariyên din ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
K24 – Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Tirkiyê qeyûm danî ser sê şaredariyên din ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).
Di çarçoveya Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mûşê de, duhî hevşaradarên bajarokên Gimgim, Kop û Erentepeyê yên girêdayî bajarê Mûşê hatibûn desteserkirin.
Îro jî Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi tohmeta bangeşekirina PKKê hevşaredarên HDPê yên her sê bajarokan ji kar dûr xistin û qeyûman danî şûna wan.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Şaredarê CHPê yê bajarokê Urlayê ya girêdayî bajarê Îzmîrê jî bi tohmeta endamtiya Tevgera Fetullah Gulen ji kar dûrxist û li şûna wî jî qeyûm erkdar kir.
Hikûmeta Tirkiyeyê ji 19ê Tebaxê heta niha qeyûm daniye ser 31 şaredariyên HDPê û 20 hevşaredarên wê jî zindanî ne.
S. B