Serokerkanên Rûsya û Amerîka dosya Sûriyê guftûgo dikin

Serokerkanê Rûsî General Valery Gerasimov û Serokerkanê Amerîka General Mark Milley ji bo li Sûriyê di operasyonên serbazî ti bûyerên nexwast rû nedin, civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokerkanê Rûsî General Valery Gerasimov û Serokerkanê Amerîka General Mark Milley ji bo li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê di operasyonên serbazî ti bûyerên nexwast di navbera wan de rû nedin, civiyan.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, Gerasimov û Milley li bajarê Bern ê Siwîsrayê civiyan û rewşa aramya stratejîk, rewşa Sûriyê û navçeyên din guftûgo kirin, ji bo di operasyonên serbazî ti bûyerên nexwast rû nedin.  

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Berevaniyê ya Amerîka tekez kir, Gerasimov û Milley dosya Sûriyê, rewşa aramiya stratejîk, rêgirtina li ber pevçûnan û kêmkirina metrisiyan guftûgo kirin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji hin navçeyên Rojavayê Kurdistanê û êrîşa Artêşa Tirkiyê, hêzên Rûsî derbasî rojhilatê Firatê bûn û dest bi gerên çavdêriyê kirin.

Li rojhilatê Firatê wiha lê hatiye, ligel hebûna hêzên HSD, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya dike, hêzên rêjîma Sûriyê, hêzên Rûsî û hêzên Amerîkî û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê hene. Herwiha hêzên Rûsî, Tirkî û Amerîkî jî gerên çavdêriyê dikin û car caran rastî hevdu tên.

 

S. B