Lêpirsîn bi Serokê Amerîka re tê kirin

Encûmena Nûneran a Amerîka bi fermî Serokê Amerîka Donald Trump bi qorxkirina desthilatê û astengkirina karê Kongressê tometbar dike û dosya pêşkêşî Encûmena Pîran kir bo lêpirsîn pê re bê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Nûneran a Amerîka bi fermî Serokê Amerîka Donald Trump bi qorxkirina desthilatê û astengkirina karê Kongressê tometbar dike û dosya pêşkêşî Encûmena Pîran kir bo lêpirsîn pê re bê kirin.

Bi erêkirina dengên 230 nûneran li hember redkirina 197 dengan û dengnedana nûnerekî, Encûmena Nûneran a Trump bi qorxkirina desthilatê tometbar kir.

Bi erêkirina Encûmena Nûneran li ser vê biryarê ku piranî ji Partiya Demokratan e, tê pêşbînîkirin di meha Çileya 2020an de, Trump li pêş Encûmena Pîran bê dadgehkirin.

Berûvajî Encûmena Nûneran, Encûmena Pîran a piranî ji Partiya Komariyan e, endamên wê tekez kirin ku dê Trump bêtawan derbixin.

Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi ku ji Partiya Demokratan e ragihand, dadgehkirina Trump ji bo destûrê “rojeke gewre” ye, lê di heman demê de jî ji Amerîka re “rojeke xembar” e.

Li aliyê din Serokê Amerîka Donald Trump li pêş li wîlayeta Michigan ragihand, ev pirseke partîtî ye û ne yasayî ye, herwiha ew xwekuştineke siyasî ji Partiya Demokratan re ye.

Ji aliyekî din ve, Peyvdara Koşka Sipî Stephanie Gresham got, ev şermezariyeke siyasî ya mezin e, bêyî ku dengekî ji Komariyan hebe û bê delîl dê lêpirsîn bi Serok Trump re bê kirin.

Diyar kir jê, Trump bi bawer e ku Encûmena Pîran dê sîstem, dadperwerî û rênimayên yasayî bigire ber. Herwiha got: “Ez bawer im dê Serok bêtewan derkeve”

Di dîroka Amerîka, Donald Trump sêyem serok e ku rûbirûyî dadgehkirinê dibe, ku di sala 1868an de Andrew Johnson û di sala 1998an de Bill Cilnton rûbirûyî lêpirsînê bûbûn û Encûmena Pîran her du jî bêtewan derketibûn.

 

S. B