Serokê ENKSê: Daxuyaniya Salih Muslim em ji yekrêziyê bêhêvî kirin

Serokê ENKSê Siûd Mela Siûd Mela ragihand, ew daxuyaniya Rêveberiya Xweser a derbarê yekrêziya tevgera Kurdî de bi erênî dibînin, lê daxuyaniya Berpirsê Pêwendiyên PYDê Salih Muslim ew bêhêvî kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê ENKSê Siûd Mela ragihand, ew daxuyaniya Rêveberiya Xweser a derbarê yekrêziya tevgera Kurdî de bi erênî dibînin, lê daxuyaniya Berpirsê Pêwendiyên PYDê Salih Muslim ew bêhêvî kirin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê ragihand, li ser destpêşxeriya HSDê û ji bo yekrêziya helwesta siyasî ya Kurdî li Sûriyê, ti astengî li pêş ENKSê nîne nivîsgehên veke û karê siyasî bike û herwiha ji bo şopandina rewşa girtiyên siyasî jî komîtek ava kirine û dosyên li dijî endamên ENKSê li dadgehan pûç kirine.

Li ser daxuyaniya Rêveberiya Xweser, Serokê ENKSê û Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Siûd Mela ji K24ê re ragihand, ENKS ji destpêkê ve bi yekrêziya Kurdî re ye û ew daxuyaniya Rêveberiya Xweser erênî dibînin, lê daxuyaniya Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim ew bê hêvî kirin û xwaziya Salih Muslim ev daxuyanî di vê demê de nedabe.

Hevserokê Desteya Pêwendiyên Derve yê PYDê Salih Muslim derbarê pirsa yekrêziya Kurdî û avakirina baweriyê di navbera aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de duhî ji K24ê re ragihandibû, ti girtiyên siyasî di zîndanên Rêveberiya Xweser de nîn in. Divê ENKSê jî bê merc tevlî Rêveberiya Xweser bibe û ti kesek jî mercan qebûl nake.

Di derbarê serkeftina destpêşxeriya HSDê, Siûd Mela got jî: Ewê yekrêziya Kurdî û berjewendiyên gelê Kurd dixwaze, divê yekrêziyê biser bixe. Herwiha yê li berjewendiyên partîtî bigere, ewê bi xwe bacê bide û gelê me jî dê pê re bacê bide.”

 

S. B