Emerîka sizayên nû bi ser Îranê re disepîne
Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê sizayên nû yê welatê xwe bo ser dû berpirsên Îranî ragehand û dibêje: Komara Îslamîya Îranê serwet û samanên hevwelatîyên welatê xwe li şerê Sûriya û Yemenê zeyîr dike.
K24- Hewlêr

di kongireyeke rojnamevanî de li Waşintunê, Pompêw Ev axivtinên kir û tekez kir, Emerîka piştîvanîya gelê Îranê dike.
herweha daxwaz ji desthelatdarên Tehranê kir, wek welateke asayî reftarê li gel pirsan bike.
Aşkera jî kir, Emerîka navên dû dadwerên Îranî, bi navên Ebû Qasim Selwatî û Mehemed Muxîsenî xistîye di lîsta sizadayîyan de.