Mezlûm Ebdê li gel berpirsên Partîya Demukrata Pêşvero, Hevbendîya Kurdî û Partîya Yekîtîya Kurdistanî civîya
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li gel berpirsên Partîya Demukrata Pêşvero, Hevbendîya Kurdî û Partîya Yekîtîya Kurdistanî civîya.
K24- Hewlêr
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) li gel berpirsên Partîya Demukrata Pêşvero, Hevbendîya Kurdî û Partîya Yekîtîya Kurdistanî civîya.
Hêzên Sûrîya Demukrat (HSD) di daxuyanîyekê de ragehand, fermandarê giştî yê HSDyê, Mezlûm Ebdê pêşwazî li berpirsên sê partîyên sîyasî yên Kurdî kirîye, ew jî Partîya Demukrata Pêşvero, pênc partîyên hevbendîya Kurdî û Partîya Yekîtîya Kurdistanî kir.
Di hevdîtnê de Ebdê rewşa dawî ya bakur û rojijhelata Sûriya herweha têkilyên ku ji bo navçeyê têne kirin û danûstandinên li gel rêjîma Sûriya ji tevahya serkirdyên partîyan re zelal kir. Nerîna wan jî derbarê yekrêzîya navmala Kurd guhdar kir, bi taybet destipêşxerîya HSDyê.
Her di vê derbarê de Ebdê got jî: Divê ku ew nema demê winda bikin û di demeke nêzîk de gavan bavêjn, û li benda alyên derve nemînin. Divê tevahîya partîyan bigehin hevgirtinekê û yekrêzîya xwe çê bkin, partîyên navburî jî, piştgîrîya xwe ji vê xebatê re dane xuyakirin.