Mexmûr.. Gundekê Kurdan hêrişeka Daişê têkşikand

Gundîyên gundê Elî Reş ku tevaya wan Kurdin, li sinûrê nahye ya Baqirtê ser bi qeza ya Mexmûrê, hêrişeka Daişê têkşikandin.

K24- Hewlêr

Gundîyên gundê Elî Reş ku tevaya wan Kurdin, li sinûrê nahye ya Baqirtê ser bi qeza ya Mexmûrê, hêrişeka Daişê têkşikandin.

Wezareta Pêşmerge di ragehandinekê de, ku di rûpela fermî ya tora civakîya Feysbûkê de belavkirîye, radigehîne, demjmêr 7ê ev şev, 19/12/2019 çekdarên Daişê hewil dane dijeyê bikin nav gundê Elî Reş li sinûrê nahye ya Baqirt, ser bi qeza ya Mexmûrê, lê xelkê wî gundî, ke tevaya wan Kurdin, rê ji wan girtîne û şer di navbera wan de çêbûye.

We di ragehandinê de amaje hatîye kirin, çekdarên Daişê nekarîne aramanca xwe cîbicî bikin û zîyanê bigehînin  xelkê wî gundî. Di encam de hêrişa wan şikest hîna û çekdarên Daişê naçarbûn birevin.