Xelkê deverên jêr desthilata Tirkiyê li Sûriya, ji jîyan xwe ne piştrastin
Orsola Mûler, yarîdera sekiretêrê giştî yê Neteweyên hevgirtî bo Sûriya ragehand: Li deverên jêr desthelata Tirkiyê û hêzên ser wê ve, tenê di meha Oktoberê de 43 teqîn rûdane û bi dehan kes jî bûyîne qurbanî.
K24- Hewlêr

Di civîna taybeta Civata Asyîşa Nêvdewletî de derbarê rewşa Sûriyayê, Moler ragehand, bûyerên revandin û teror li Sûriya ber bi zêdebûnê diçin û xelkê wan deveran ji jîyana xwe ne piştrastin.
Nebûna asayîş û aramîya berdewam li deverên dikevin pişt xîça şer, jîyana xelkê xistîye di metrsîyê de, bo nimûne: Di destpêka evê mehê de hoşdarî hatîye dan ji zêdebûna bûyeran li bakûra Sûriyayê.
Got jî: Heya dawîya meha Oktoberê 49 teqîn rûdane û ji wan 43 teqîn li deverên jêr desthelata Tirkiyayê hêzên ser bi wê ve bûne, 79 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 300 kes jî birîndar bûne.
Moler di pişkeke axivtinên xwe de, amaje bi wê yekê kirîye, ku li başûra Rojavaya Sûriya jî, teqîn rû didin û xelik dihên girtin û xelkê ser bi hikumetê û kesên opizisyênê jî dihên terorkirin.