Çaksazî di nav wezaretan de jî destpêkir

Wezîrê avedankirinê û akincîkirinê di hikumeta Herêma Kurdistanê aşkera dike, di werza yasadanana dûyem de, hikumet çend pirojeyasayeke taybet bi çaksazîyê dişîne perlemana Kurdistanê. Wezîrê Eliktrîkê jî, dibêje: Çaksazî di nav wezaretan de jî destpêkirîye.

K24- Hewlêr

Dana Ebdulkerîm, wezîrê avedankirin û akincîbûnê di hikumeta Herêma Kurdistanê de dibêje: Di werza yasadanana dûyem dehikumet çend piroje yasayên din yên taybet bi çaksazîyê dê bişîne Perlemana Kurdistanê. Tekez jî dike endamên Civata Wezîran dixwazin, hemû ew pirojeyasa yên hikumet amade dike , wek piroje yasaya çaksazîyê di Civata Wezêran de komdengîyeke temam li ser hebe.

Hevdem Kemal Mehemed, wezîrê Elikitrîkêp, di hikumeta Herêma Kurdistanê de dibêje: di hindûra wezaretan jî,  çaksazî destpêkirîye. Ew çaksazî jî bi rasparteya serokê wezîrane, bo evê mebestê jî, çend wezaretên hikumeta Herêmê, ji bilî rêkvekirina karûbarên xwe, çend girêbestên mezin jî helweşandîne û hinek girêbest jî pêdaçûn pê re hatîne kirin.

Pirojeyasa ya çaksazîyê ji 19 madeyên serekî pêkhatîye, niha perlemanê vexwîndina yekem bo wê pirojeyasyê kirîye. Endamên Civata wezîran jî çavên wan li wê yekê ye, çend piroje yasayên din yên taybet bi çaksazîyê bihên amadekirin û mijara çaksazîyê di tevaya kertan de, yeke ji armancên serekî yên kabîne ya nehem.