Tirkiyayê dû operasyonên nû dijî gerîlayên PKKyê destpêkir

Arteşa Tirkiyayê dijî gerîlayên PKKyê dest bi dû operasyonên nû kir.

K24- Hewlêr

Arteşa Tirkiyayê dijî gerîlayên PKKyê dest bi dû operasyonên nû kir.

Operasyona yekem li Şirnexê çiyayê Cudî hate destpêkirin û Hezar 260 leşker beşdar dibe. Operasyona dûyem jî li dorûbera gundên Colemêrgê ye û 730 leşker, paswanên ewlekariyê û polîsên taybet di operasyonê de pişikdarin.

Arteşa Tirkiyayê di dû rojên berê de jî li Sêrt û Şirnexê dijî gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh encam dabû.