Bogdanof û Qedrî Cemîl derbarê destûra Sûriyê civîyan
Bogdanof û Qedrî Cemîl derencamên Komîteya Destura Sûriyê gengeşe dikin .
K24- Hewlêr
Bogdanof û Qedrî Cemîl derencamên Komîteya Destura Sûriyê gengeşe dikin .
Wezareta derve ya Rusiyê di beyannameyekê de ragehand, cêgrê wezîrê derve yê Rusiyê Mîxayîl Bogdanov û serokê platforma Moskoyê Qedrî Cemîl encamên komîteya destura Sûriyê li Cinêvê û karê wê komîteyê di paşerojê de di çarçoveya biryarên kongreya danûstandinên niştîmanî Surîyê li Soçî herweha biryara Encûmena Ewlehîyê hejmara 2254 gengeşe kirin .
Di 30yê Oktoberê de karê komîteya destura Sûrîyê li Cinêvê dest pêkir, ku 150 endam ji, hikumet, opozisyon û cvaka sivîl li xwe digre .