Bogdanof û Qedrî Cemîl derbarê destûra Sûriyê civîyan

Bogdanof û Qedrî Cemîl derencamên Komîteya Destura Sûriyê gengeşe dikin .

K24- Hewlêr

Bogdanof û Qedrî Cemîl derencamên Komîteya Destura Sûriyê gengeşe dikin .

Wezareta derve ya Rusiyê di beyannameyekê de ragehand, cêgrê wezîrê derve yê Rusiyê  Mîxayîl Bogdanov û serokê platforma Moskoyê Qedrî Cemîl encamên komîteya destura Sûriyê li Cinêvê û karê wê komîteyê di paşerojê de di çarçoveya biryarên kongreya danûstandinên niştîmanî Surîyê li Soçî herweha biryara Encûmena Ewlehîyê hejmara 2254 gengeşe kirin .

Di 30yê Oktoberê de karê komîteya destura Sûrîyê li Cinêvê dest pêkir, ku 150 endam ji, hikumet, opozisyon û cvaka sivîl li xwe digre .