Dîmeşiq: Em planên Erdogan behis dike derbarê devera ewle li Suriyê qebûl nakîn
Dîmeşiq dibêje: Ew planên Erdogan behis dike derbarê devera ewle li Suriyê qebûl nakîn.
K24- Hewlêr
Dîmeşiq dibêje: Ew planên Erdogan behis dike derbarê devera ewle li Suriyê qebûl nakîn.
Ajansa SANA ya hikumeta Suriyê belavkirîye, hikumeta Dîmeşiqê tevahîya sîyaset û planên ku serokê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan behis dike, derbarê devera ewle li bakur û rojavaya Suriyê herweha bicîkirina penaberan li wê navçeyê, ew qebûl nakin.
Li gor jçavkanîyeke berpiris di nava wezareta derve ya Suriyê de, di derbarê ragehandinên Erdogan, dibêje: Ji nû ve serokê Tirkiyê dixwaze civînên navdewletî ji xwe re bikarbihîne daku sîyaset û planên xwe derbarê devera ewle piropagendayê jê re çêbike. Herweha bi vê yekê dixwaze milyon Surîyan ji deverên ku Tirkiyê dagîr kirîye durbixe û hinek kesên din li şuna wan dane.
Herweha got: Sîyaseta deryê vekrî ku Erdogan behis dike, tenê bi hezaran çekdar û terorîst derbazî Surîgê kirin û piştigrîya wan kir û ev yek jî nahêt qebûlkirin.