YNK îro kongreya xwe ya çarem girê dide

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro kongreya xwe ya çarem li bajarê Silêmaniyê girê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro kongreya xwe ya çarem li bajarê Silêmaniyê girê dide.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, biryar e bi amadebûna hezar endamî, îro demjimêr 11:00 û bi gotara Kusret Resûl, kongreya çarem a YNKê bê girêdan.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di roja yekem a kongreyê de, raporta komîteyan bê xwendin û biryar e di heyama du rojan de, peyrewa navxwe ya YNKê bê pesendkirin.

Pêwîst bû di meha Adara 2013an de kongreya çarem a YNKê hatiba girêdan, piştre jî biryar bû roja 7ê Adara 2018an hatiba girêdan, lê careke din ji ber pirsgirêkên navxweyî yên wê partiyê, Herêma Kurdistanê û navçeyê, girêdana kongreyê hat paşxistin.

 

S. B