Di şerê Idlibê de 16 sivîl û 112 serbaz û çekdar hatin kuştin

Şerê li parêzgeha Idlibê tundtir dibe û di 24 demjimêrên bûrî de 16 sivîl û 112 serbazên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şerê li parêzgeha Idlibê tundtir dibe û di 24 demjimêrên bûrî de 16 sivîl û 112 serbazên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û grûpên ser bi wê ve ji aliyekî û çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê û grûpên ser bi wê ve ji aliyekî din ve li başûrê rojhilata Idlibê bi tundî berdewam dike.

Da zanîn jî, helîkopterên rêjîma Sûriyê bi dehan bi bermîlên teqîner bi ser bajarokên Miret Numan û Circinazê de barandin, firokeyên şer ên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê jî gundê Miret Numan Mireşmişê û Ebû Dihor bombebaran kirin.

Diyar kir jî, di encam şer û pevçûnan de hêzên rêjîma Sûriyê karîn bi dehan gundan li wê navçeyê kontrol bike.

Li gor zanyariyê Rewangehê, di encama şer û pevçûnan de jî, 42 serbazê rêjîma Sûriyê û nêzîkî 70 çekdarên opozîsyonê hatine kuştin.

Li gor amarên Berevaniya Medenî jî, di encama bombebarana firokeyên şer ên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê de, 16 kesên sivîl canê xwe jidest dane û 45 sivîlên din jî birîndar bûne.

Ji hefteyekê ve ye, gundewarê başûrê Idlibê rast bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya tê, ji roja Pêncşemê 19ê vê mehê v jî, hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî kirine.

Li gor Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî, bi dehan hezar sivîl koçber bûne û bi hezaran jî li benda rawestandina bombebaranê ne, bo koçber bibin.

 

S. B