ENKS: Daxuyaniya Rêveberiyê erênî dibînin, heger bicih bibe

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) heger Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe ya derbarê yekrêziya Kurdî de bicih bike, dê gaveke erênî be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) heger Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser daxuyaniya xwe ya derbarê yekrêziya Kurdî de bicih bike, dê gaveke erênî be.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, ew daxuyaniya Desteya Hundirîn a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ya derbarê destpêşxeriya HSDê ya derbarê yekrêziya Kurdî de, gaveke erênî dibîne, heger bicih bike.

Di daxuyaniya ENKSê de hat, “ENKS tekeziyê li ser cidîbûna karê dîtina yekhelwestiya Kurdî dike, ku encama wê hevbeşiyeke rasteqîne pêk were, bikeve xizmeta doza gelê Kurd li Sûriyê û rola Kurd di proseya siyasî de bo çareserkirina krîza Sûriyê li gor biryarên navdewletî xurtir bike.

Herwiha ENKS dibêje, ENKSê dê serederiya bi cidî bi her hewlekê di vê derbarê de bike, armanca wê parastina gelê Kurd be û aliyên navdewletî, herêmê û opozîsyona niştimanî dilniya bike.

ENKS amaje bi wê dike, ENKS dê hokara ewlehî û aramiya navçeyê be û aştiya navxweyî û civakî di navbera hemû pêkhateyan de biparêze.

Ji berdewamiya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ya ji bo avakirina baweriyê û avakirina yekrêziya Kurdî, Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de ragihandibû, ENKS dikare nivîsgehên xwe veke û dozên li dadgehan li dijî kesayetî û serkirdeyên ENKSê hatine vekirin, hatine rakirin.

Herwiha Desteya Hundirîn diyar kir jî, ewê ji bo şopandina girtiyên siyasî û yên ENKSê, komîtekê ava bike.

 

S. B