Amerika Hêzên Boşayî yên Ezmanî ava dike

Serokê Amerikayê Donald Trump budçeya 2020 a Pentagon pejirand. Wekî encam jî, yekem car di cîhanê de dewletek Hêzên Boşayî yên Ezmanî ava dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump budçeya 2020 a Pentagon pejirand.  Wekî encam jî,  yekem car di cîhanê de dewletek Hêzên Boşayî yên Ezmanî ava dike.

Ligor biryarê 16 hezar karmendên Hêzên Ezmanî yên Amerikayê dê derbasî nav Hêza Nû - Hêzên Boşayî yên Ezmanî bibin.

Pispor avakirina Hêzên Boşayî yên Ezmanî, wekî pêngavek nû ya pêşxistina çekên nû jî şirove dikin.

Heta niha Hêzên Serbazî yên Amerikayê ji – Hêzên Bejahî, Hêzên Ezmanî, Hêzên Deryayî, Hêzên Beravê û Hêzên Piyadeyî yên Deryayê pêkdihat. Bi danîna Hêzên Boşayî yên Ezmanî hejmara fermanberiyên serbazî yên Amerikayê dibin şeş.

 

 

 

C.B