Asayişa Qamişlo endamekî ENKSê azad kir

Rêveberiya Xweser endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji zîndanên xwe berda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser endamekî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji zîndanên xwe berda.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) li Qamişlo endamê Xwecihiya Şehîd Ciwan Qetnê ya ENKSê Mîzir Îsa piştî zêdetirî ji mehê ji zîndanên xwe berda.

Mîzir Îsa ji K24ê re ragihand, ew ji aliyê îstixbarata bajarokê Dirbêsiyê ve bi tometa ku wî sîxûrtî ji dewleteke din re kiriye hatibû girtin.

Mîzir Îsa ev tomet red kir û diyar kir jî, her kesê ji endamên ENKSê bê girtin, bi vê tometa pêşwext tê tometbarkirin.

Amaje bi wê jî da, dema ew dihat azadkirin, endamên asayişê jê re gotine, ku ew di çarçova yekrêziya Kurdî û nêzîkbûna di navbera Rêveberiya Xweser û ENKSê de çê dibe, tê azadkirin.