Encûmena Giştî ya YNKê tê hilbijartin
Îro li bajarê Silêmaniyê karên roja duyem a kongreya caremîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birê ve diçe û endamên Encûmena Giştî ya YNKê tên hilbijartin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li bajarê Silêmaniyê karên roja duyem a kongreya caremîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) birê ve diçe û endamên Encûmena Giştî ya YNKê tên hilbijartin.
Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, YNK îro di kongreyê de endamên Encûmena Giştî ya YNKê ku ji 121 kesan pêk tê, hildibijêre.
Li gor zanyariyên peyamnêrê me, beşeke din ji karê kongreya çaram a YNKê, guftûgokirina peyrewa navxwe ya wê partiyê dibe.
Di roja yekem a kongreya YNKê de, Encûmena Siyasî ya Bilind bi Serokatiya Kusret Resûl hat hilbijartin. Li gor zanyariyan jî, erk û desthilatên wê encûmenê ji van xalên li jêr pêk tên:
1- Diyarkirina hêlên giştî yên parastina YNKê.
2- Diyarkirina Hêlên giştî yên siyaseta navxwe û derve.
3- Duristkirina hevahengiyê di navbera organên bilind ên nava YNKê de.
4- Amadekirina rêkeftin û hevpeymaniyên siyasî û pêşniyazkirina wan ji desteya cibicîkar e.
Her di roja yekem a kongreya YNKê de, her yek ji Berhem Salih, Qubad Talebanî, Rêwaz Fayiq ji bo Encûmena serkirdatiya wê partiyê hatin destnîşankirin.
S. B