Li Hesekê di teqînekê 3 welatî bûn qurbanî
Sê welatiyên sivîl li başûrê Hesekê di encama teqîna bombeyeke vedayî de bûn qurbanî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê welatiyên sivîl li başûrê Hesekê di encama teqîna bombeyeke vedayî de bûn qurbanî.
Ajansa “SANA” a Sûrî a fermî belav kir, bombeyeke vedayî li devera Mergede li başûrê Hesekê teqiya û di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Tevî nemana şerê rasterast li hember çekdarên DAIŞê, lê ji encama teqîna paşmayên şer, carcaran teqîn li bajarên Rojavayê Kurdistanê çê dibin û bi piranî welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Li gor amarên medyayî, ji destpêka îsal ve û bi sedema teqînên ji paşmayên şer, li gundewarê Heseke, Dêrazor û Reqayê 242 kesan canê xwe jidest dane, ji nava 68 zarok in.
S. B