100 hezar Idlibî berê xwe dane sînorê Tirkiyê
Di encama bomberankirinên Îdlibê de ji zêdetir 100 hezar kes koçber bûn û berê xwe didin sînorê Tirkiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama bomberankirinên Îdlibê de ji zêdetir 100 hezar kes koçber bûn û berê xwe didin sînorê Tirkiyê.
Li gor ragihandina Ajansa Fermî ya Hikûmeta Tirkiyê, rejîma Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îranê Îdlibê bomberan dike û di encamê de 25 hezar di nava du rojên dawî de koçber bûn û berê xwe dan sînorê Tirkiyê.
Medyaya Tirkiyê berî du çend rojan ragihandibû, êrişên taybet li başûrê Îdlibê, bûne sedemê koçberiyê û di heyama pênc rojan de 80 hezar kesan berê xwe dane sînorê Tirkiyê.
Ji hefteyekê ve ye, gundewarê başûrê Idlibê rastî bombebarana firokeyên rêjîma Sûriyê û Rûsya tê, ji roja Pêncşemê 19ê vê mehê ve jî, hêzên rêjîma Sûriyê dest bi êrîşa bejahî kirine.
Li gor Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî, bi dehan hezar sivîl koçber bûne û bi hezaran jî li benda rawestandina bombebaranê ne, bo koçber bibin.
S. B