Yekem heftenameya Kurdî li Diyarbekirê dest bi weşanê kir
Yekem rojnameya heftane ya Kurdî “Xwebûn” li bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekem rojnameya heftane ya Kurdî “Xwebûn” li bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê derket.
Li bajarê Diyarbekirê bi pêşengtiya hejmarek nivîskar û rojnamegerên Kurd, rojnameyeke heftane bi zimanê Kurdî bi navê “Xwebûn” derket.
Ji hemû perçeyên Kurdistanê, heta dîaspora û Kazakîstan û Ermenîstanê hejmarek mezin ji nivîskarên navdar ên Kurdan dê ji bo rojnameyê binivsînin.
Rojnameya heftane Xwebûn ji 12 rûpelan pêk tê û dê bi zaraveyên Kurmancî û Dimilkî belav bibe. Berpirs û nivîskarên rojnamayê bang dikin: “Xwebûnê bixwînin û bidin xwendin”.