Yekem heftenameya Kurdî li Diyarbekirê dest bi weşanê kir

Yekem rojnameya heftane ya Kurdî “Xwebûn” li bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekem rojnameya heftane ya Kurdî “Xwebûn” li bakurê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê derket.

Li bajarê Diyarbekirê bi pêşengtiya hejmarek nivîskar û rojnamegerên Kurd, rojnameyeke heftane bi zimanê Kurdî bi navê “Xwebûn”  derket. 

Ji hemû perçeyên Kurdistanê, heta dîaspora û Kazakîstan û Ermenîstanê hejmarek mezin ji nivîskarên navdar ên Kurdan dê ji bo rojnameyê binivsînin.

Rojnameya heftane Xwebûn ji 12 rûpelan pêk tê û dê bi zaraveyên Kurmancî û Dimilkî belav bibe. Berpirs û nivîskarên rojnamayê bang dikin: “Xwebûnê bixwînin û bidin xwendin”.