Li Xaneqînê 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Di bombebarankirina firokeyên şer Hevpeymaniya Navdewletî de, li Xaneqîn û Gulala 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di bombebarankirina firokeyên şer Hevpeymaniya Navdewletî de, li Xaneqîn û Gulala 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Jêderekî ewlehiyê yê bajarokê Kulaco yê Germiyanê ji K24ê re ragihand, di encama bombebarana duhî ya firokeyên şer li Xaneqîn û Gulala, 11 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Êrîşa esmanî bi riya 4 firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî li ser çiyayê Xaneqîn û Gulala hatin kirin.
Ev êrîşa Hevpeymanan piştî wê yekê hat, demek e çekdarên DAIŞê li wê navçeyê zincîreyeke êrîşan li ser hêzên Pêşmerge, Asayiş û hêzên Iraqê dike.

