Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî civiyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemana Iraqê) Mihemed Helbûsî kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwazî li Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê (Parlemana Iraqê) Mihemed Helbûsî kir.
Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanl, di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Iraqê Fûad Husên amade bû, her du aliyan dawî pêşhatên rewşa Iraqê û navçeyê û pirsa damezrandina kabîneya dahatî ya Hikûmeta Iraqê projeyasayên ku niha li Parlemana Iraqê ne, hatin guftûgokirin.
Di civînê de her du alî hevnerîn bûn li ser karê hevbeş û dîtina rêçareyeke erênî ji pirsgirêkan re bi awayekî ku bersiva daxwazên rewa bide û xizmeta tevahiya welat, gel û pêkhateyên Iraqê bide.
Herwiha her du alî hevnerîn bûn li ser piştevanîkirina li proseya siyasî bo destnîşankirina serokwezîrê dahatî yê Iraqê, bi awayekî ku ligel daxwaza gelê Iraqê de be.
Hatina Helbûsî di demekê de ye, hêz û aliyên siyasî yên Iraqê mijûlî danana kesekî bo posta serokwezîrê dahatî yê Iraqê ne, ku pêştir Adil Ebdilmehdî dest ji kar kişandibû.
S. B